Rojava News: Li bajarê Silopî yê Şirnexê şer û pevçûn di navbera xwepêşndanderan û polîsên Tirkiyeyê de derket û di encamê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û gellek jî birîndar bûne.
Li bajarê Silopî xwepêşandanek li dijî operasyonên polîs li ser malan birêve çû û di wê xwepêşandanê de pevçûn di mavbera xwepêşndanderan û polîsan de derket.
Li gor zanyariyan di encama wan pevçûnê de 2 xwepêşanderan jiyana xwe ji dest da û bi dehan birîndar jî hene.
Ferhad Oncû wiha got: “5 xanî ji aliyê polîsên Tirkiyeyê ve hatine şewitandin. Herwiha polîs nexweşxaneyên Silopiyê girtine, ji ber vê yekê birîndar bo Şirnexê tên rakirin.”
