Li Hesekê Êrişî mamosteyan hat kirin

Li Hesekê Êrişî mamosteyan hat kirin

Rojava News: Hat ragihandin endamên Tevgera Ciwanên Şoreşgêr a ser bi PYDê ve, êrişî 3ê mamosteyên Zanîngeha Hesekê kirin û li wan xistin.

Xwendekarekî ji koleja Çandiniyê ya Zanîngeha Hesekê got, duhî dema ku xwendekarên Koleja Wêjeyê ezmûnên xwe li avahiya Koleja Çandiniyê dikirin, komekê ji xwendekarên endamên Tevgera Ciwanên Şoreşgêr, êrîşî mamostayên zanîngehê kirin.

Xwendekarekî Koleja Çandiniyê ku ji tirsa hêzên ser bi PYDê ve nexwest navê xwe eşkere bike, anî ziman, dema mamostayên zanîngehê serpereştiya ezmûnan dikirin, xwendekarên Tevgera Ciwanên şoreşgêr êrişî doktorekî zanîngehê ku ji Şamê ye, kirin.

Heman xwendekarî diyar kir ku Tevgera Ciwanên Soreşgêr paşê êrişî herdu mamostayên zanîngehê yên kurd Ferzende Elî û Ferîd Seidûn jî kirn, ku yek ji wan rêveberê Koleja Wêjeyê ye û yê din cîgirê wî ye.