CPJ: Bila PYD qedexeya li ser Rûdawê rabike

CPJ: Bila PYD qedexeya li ser Rûdawê rabike

Rojava News: Saziya navdewletî ya bi navê Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) bang li PYDê kir, qedexeya li ser Rûdawê rabike.

 

CPJ di daxuyaniyekê de li dijî qedexekirina Rûdawê ji aliyê rêveberiya Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê bi PYDê ve nerazîbûn nîşan da.

 

Di daxuyaniyê de bang li PYDê hatiye kirin ku qedexeya li ser Rûdawê rabike û wiha hatiye gotin:

 

“Her hêz û desthilata ku bixwaze rewabûn û piştevaniya navdewletî bidest bîne divê maf û azadiya rojnamevanan binpê neke”.

 

Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê roja 4ê vê mehê xebatên Rûdawê li wê herêma Rojavayê Kurdistanê qedexe kiribû.

 

Ew biryara Kantona Cizîrê rastî nerazîbûnên berfireh ên gel, rewşenbîr, hunermend û siyasetmedarên Kurdistanî hatibû.