Rojava News: Lêkolînêrê Komelgehî û nivîskarê Tirk Îsmail Beşikçî, nûnerên çend partiyên siyasî yên kurdî û çend nivîskar dibêjin, dirêjkirina dema serokatiya Mesûd Barzanî dê ji bo kurdan baş be.
Wan kesan gotan; ji ber rewşa niha ya kurdan û ji bo serxwebûna Kurdistanê pêwîst e Serokê Herêma Kurdistanê bimîne ser erka xwe.
Her wiha Îsmail Beşikçî wiha got:"Barzanî ji aliyê qadên navnetewî û demokrat ve tê qebûl kirin. Ji ber vê yekê, ji bo Kurdistanê girîng e serdemekê din jî Mesûd Barzanî rêveberiya Serokatiya bike. Di rojeva Kurdistanê de serxwebûn û referendum heye. Dibe serxwebûnê rabigihînin. Di serdemekê wiha de girîng e rêberekê di qada navnetewî de rêz ji tê girtin serok be. Ji ber vê yekê serokatiya Mesûd Barzanî dê bandorê bike.”
