Girtiyên windayî li Rojavayê Kurdistanê

Girtiyên windayî li Rojavayê Kurdistanê

RojavaNews :Piştî destpêkirina şoreşa Sûriyê rejîma Esed gelek welatiyên Kurd bi awayekî bê serûber bi girtin dan, û heta niha jî çarenivîsa gelek ji wan ne diyare, her wiha ji aliyê xwe ve Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê dest bi helmeteke girtinê derheqê siyasetmedar û welatiyên sivîl li Rojavayê Kurdistanê kir, ku piraniya girtiyên di gitîgehên asayişa PYDê de, endamên Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriya PDK-Sê  ne û hin jî endamên partiyên di nava ENKSê de ne. 

Lê her dem berpirs û rayedarên Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê, tekez dikirin ku girtiyên siyasî li cem hêzên asayişa wan tune ne û ew girtiyên ku hene bi girtiyên tawanan wesif dikirin.

Ji aliyê xwe ve Programa "ARK" li ser kenala Zagrosê, ev demeke dest bi belgehkirin û tomarkirina navên welatiyên Kurd yên ku li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê hatine girtin û windakirin kiriye.

Yek  ji karmendên programa "ARK"ê wiha li ser vê yekê ji Rojnameya Kurdistan re got:"Em dixwazin di riya vê belgehkirinê re nas bikin navê girtiyên Kurd çi yên libal rejîma Esed û çi yên libal asayişa Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê çi ne û kî ne û di çi demê de hatine girtin yan revandin. Heta niha me derdora 20 navan belgeh kiriye û dê li ser vê yekê emê berdewam bin û tiştê ji me re pêwîst ku xelk zanyariyan li ser girtiyên xwe li ser vê îmêlê ji bo me bişînin:   ئەم ئیمەیڵە پارێزراوە لە سپام, پێویستە جاڤا سکریپت چالاک بکەیت بۆ بینینی.

Dilcan Sorkî- Hewlêr