Yekitiya Ewropayê bi fermî nûnergeha xwe li Kurdistanê vedike

Yekitiya Ewropayê bi fermî nûnergeha xwe li Kurdistanê vedike

RojavaNews :Yekitiya Ewropayê dê demek nêzîk de nûnergeha xwe li Herêma Kurdistanê veke.

Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa ragihand, Yekitiya Ewropayê biryar daye di demek nêzîk de nûnergeha xwe li Herêma Kurdistanê veke.

Felah Mistefa diyar kir ku ew kêfxweş in Yekitiya Ewropayê daxwaza Herêma Kurdistanê ji bo vekirina nûnerggeha xwe pejirandiye û got, Yekitiya Ewropayê ku ji 28 welatan pêk tê, giraniya xwe di siyaset û aboriya cîhanê de heye û dikare di vê rewşa niha de alîkariyek baş bide Herêma Kurdistanê.

Wî rayedarê Herêma Kurdistanê her wiha got ku çi ji destê hikûmet û fermangeha pêwendiyên derve were dê ji bo serkeftina karûbarên nûnergeha Yekitiya Ewropayê bikin.

Niha nûnergeha 33 welatên cîhanê li Başûrê Kurdistanê heye.