Li Mûsilê 3 berpirsên DAIŞê mirin

Li Mûsilê 3 berpirsên DAIŞê mirin

RojavaNews :Li baregahekê çekdarên DAIŞ’ê li Mûsilê bombeyek teqiya û di encam de 3 berpirsên DAIŞ’ê mirin. Tê gotin ku ev teqîn di encama nakokiyên navxweyî pêk hatiye.

Îro li bajarê Mûsilê di baregekehê DAIŞ’ê de bombeyek teqiya û 3 berpirsên wê rêxistinê mirin. Derbarê mijarê de Berpirsê Ragihandina PDKê ya Mûsilê Seîd Memûzînî ragihand, teqîn li baregahekê navçeya Beac a Mûsilê pêk hatiye.

Memûzînî esker kir ku di encama teqînê de hersê berpirsên DAIŞ’ê yên bi navê Ebû Hişam, Ebû Amîne û Ebû Omer ligel hejmarek çekdarên din hatine kuştin.

Navborî got ku pêwendiya vê teqînê bi nakokiyên kûr ên nav rêxistinê ve girêdayî ye û bi taybet di vê demê de di nav rêxistinê de çendîn kom ji bo zêdetir desthilatê bigrin, plana kuştina hev dikin.