Qamişlo .. çekdarên PYDê ciwanekî Kurd girtin

Qamişlo .. çekdarên PYDê ciwanekî Kurd girtin

RojavaNews : Duh 7 . 8 . 2015 li bajarê Qamişlo çekdarên Partiya Yektiya Demukratîk PYDê ciwanekî Kurd bê ku sedemê bidin diyarkirin girtin.

Jêderekî ji RojavaNews re ragihand ku çekdarên PYDê ciwanê Kurd yê bi navê Ibrahîm Sultan Xelîl dema di xwest ji bajarê Qamişlo biçe bajarê Girê Sipî  ew girtin .

  Ibrahîm Sultan Xelîl ji bajarê Qamişlo ye û di benka çandiniyê  de karmende , û bavê dû zarokeye .

Can Yusif