Rojava News: Di medyaya civakî de vîdyoyek hatiye belavkirin ku tê gotin komek xortên kurd ji aliyê hêzên taybet ên Tirk ve hatine girtin, gef li wan tê xwarin û heqaret li wan tê kirin.
Ev çend roj in vîdyoyek di medyaya civakî (facebook û twitter) de hatiye belavkirin. Di vîdyoyê de hêzên taybet ên Tirk komek xort li erdê dirêj kirine, destê wan kelemçe kirine û li ser wan de diqîrrin û dibêjin:
“Ma dewletê çi li we kiriye! Hey bêşerefno!...Hûnê hêza dewleta komara Tirkiyê bibînin!...”
Li gorî ajansa DÎHAyê, ew xort kurd in û ew vîdyo jî roja 5ê Tebaxa îsal li nêzîkî balafirxaneya Geverê hatiye kişandin.
Li gorî nûçeyê, hejmara wan xortan 52 kes bûne ku 46 jê hatine berdan û 6 jî hatine girtin.
Tê gotin ku hêzên taybet ên Tirk di çarçoveya “operasyona terorê” de ew xortên kurd, ku hemû xebatkarên şîrketeke çêkirina xaniyan in, girtine.
