Rojava News: Di encama êrişa pasdarên Îranê de, kolberekî kurd jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bû.
Duh li devera Serdeştê û li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, 2 kolberên kurd rastî êrişa pasdarên Îranê hatin.
Li gorî malpera kurdpa, di encamê de kolberek hat kuştin û yê din jî birîndar bû.
Hat gotin ku ew kolberê hatiye kuştin, bavê 4 zarokan bûye û ji bo debara jiyana xwe kolberî dikir.
Her sal bi dehan kurd li ser sînorên Rojhilat, Bakur û Başûrê Kurdistanê ji aliyê hêzên Îran û Tirkiyê ve bi hêceta “qaçaxtiyê” tên kuştin.
