DAIŞê berû Izazê ve diçe û dorpêç li ser Efrînê zêde dibe

DAIŞê berû Izazê ve diçe û dorpêç li ser Efrînê zêde dibe

RojavaNews :Ji vê sibehê ve, şer di navbera fesîleyên Islamî yên tundrew  ji aliyekî ve  û rêxistina DAIŞê ji aliyekê din ve li devera Izazê derketiye, û ji aliyê xwe ve desteya bi  navê(El-Zabitiye El- Şer’î ye) li bajarokê Izazê riya di navbera Efrîn û Izazê de qut kir û bi vê yekê Efrîn kete dorpêçê de. 

Jêderkî taypey ji "Rojava News" re ragihand ku ji seatên sibehê ve şer li her yek ji gundên Soran, Um El-Qura û Telalîn li gundewarê Izazê di navbera fesîleyên Islamî yên tundrew ji aliyekî ve  û rêxistina DAIŞê ji aliyekê din ve derketiye. 

Her wiha rêxistina DAIŞê karîbû di riya bikaranîna otombîlên teqîner e, gundê Um El-Hoş li wê deverê kontrol bike.

Di encama vî şerî de bi sedan ji welatiyên bajarokê Izazê ji tirsa DAIŞê re berê xwe dane bajarê Efrînê.

Ji aliyê xwe ve duh, desteya bi navê(El Zabitiye El- Şer’î ye) li bajarokê Izazê ku di jêr desthilata Cebhet El-Nusa de ye biryara girtina hemû riyên ku diçin bajarê Efrînê derxist û wê biryarê devera Efrînê di jêr desthilata PKKê de wesif kir.

 Li gor Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan ku fesîleyên Islamî 40 welatiyên Kurd ji devera Izazê  revandine, bi hinceta ku hêzên Kurdî astengiyan li ser welatiyan çê dikin.

Bi biryara girtina riyên di navbera Izaz û Efrînê de devera navborî bi temamî ji hemû aliyan ve têne dorpêçkirin.

Berya demekê YPG û El-Cebhe El-Şamiye ku mezintirîn hêza dijberiya Sûriyê li Heleb û gundewarên wê, gihiştibûn rêkeftinekê li ser bicîhkirina şerîeta Îslamî li Efrînê.

Nalîn Hesen