Rojava News: Lêjneya Nivîsandina Destûra Herêma Kurdistanê dibêje, nîvê Destûrê hatiye nivîsandin lê dema ku ji wan re hatiye danîn, têrê nake û divê were dirêjkirin.
19ê Tebaxa îsal roja dawî ya nivîsandina Destûra Herêma Kurdistanê ye lê heta niha tenê nîvê Destûrê hatiye nivîsandin.
Lêjneya Nivîsandina Destûrê heta niha zêdetirî 50 carî civiyaye û nêzîkî 70 madeyan nivîsiye, derdora 70 madeyan jî maye.
Di Destûra Herêma Kurdistanê de sê madeyên serekî hene ku dihat hêvîkirin li ser wan madeyan gotûbêjek mezin bê kirin. Yek ji wan madeyan, madeya sînorên Herêma Kurdistanê ye ku hatiye nivîsandin, madeya din, sekulerbûn yan jî îslamîbûna Destûrê ye ku ew jî heta niha 3 pişkên wê hatine nivîsandin tenê 2 pişkên wê mane.
Yek ji madeyên girîng ên Destûrê, desthilata Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê û Serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Ev made heta niha nehatiye nivîsandin û aloziya li ser jî didome.
Kirîz û aloziya ku li ser serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê derketiye bandorek mezin li ser nivîsandina Destûrê kiriye.
