Tirkiyê: 11 koçberên ji Efrînê di qezayeke trafîkê de mirin

Tirkiyê: 11 koçberên ji Efrînê di qezayeke trafîkê de mirin

Rojava News:  11koçberên kurd ji Efrînê, ku dixwestin di Tirkiyê biçin Yunanistanê û ji wê derê xwe bigihînin hinek welatên din yên Ewropa, di bûyereke trafîkê de jiyana xwe ji dest dan.

 

Ew qezaya trafîkê li ser riya di navbera Istenbol- Izmîrê de çêbû.

 

Otobusa ku rêwî radikirin, li ser riyê li dîwarekî çîmento qelibî û di encamê de 11 kes mirin.

 

Di wê otobusê de 39 koçber hebûn, 28 kesên ku nemirin jî birîndar bûn û ji bo nexweşxaneyên bajarê Balikesîrê hatin şandin.

 

Sedema qezayê jî, lezbûna otobusê bû, şofêr dixwest wan zû bigihîne sînorê Yunanistanê.

 

Di nava miriyan de, Hisên Dedo, muhemndis Ehmed Topal ku bavê 3 zarokane heye, ew ji gundê Hec Xelîl in.