RojavaNews :Endamekî komîteya rawêjkarî ya Partiya Demokrata Kurdistan- Sûriye PDK-Sê li bajarê Efrînê ji aliyê asayişa PYD ve hat girtin.
Duh êvarî asayişa ser bi pyd ve li bajarê Efrînê endamê PDK-Sê Ebdilrehman Hesen ji malê wî ya li gundê Xirêbe yê Navçeya Şera birin û heya niha sedema girtina wî nehatiye zanîn.
Ev cara 3yemîn e ku Ebilrehman Hesen tê girtin, ku cara yekemîn beriya 2 salan bû ku nêzîkî 2 hefteyan hatibû girtin, cara 2mîn jî beriya salekê bû ku 6 mehan di zindanên pyd de mabû.
