Berpirsa firotina keçên êzidî li Hewlêrê tê darizandin

Berpirsa firotina keçên êzidî li Hewlêrê tê darizandin

Rojava News: Hevjîna Wezîr Petrola DAIŞê li Herêma Kurdistanê tê darizandin. Encûmena Dadwerî ya Herêma Kurdistanê jî dibêje, ew dê bo darizandineke dadperwerane hemû maf û îmtiyazên yasayî û hiqûqî jê re dabên bikin.

 

Berdevkê Encûmena Dadwerî ya Herêma Kurdistanê Omêd Muhsin ragihand: “Hêzên Amerîkayê tohmetbar ‘Nesrîn Esad Obeydî’  radestî Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê kirine ku bi Um Seyaf tê naskirin û hevjîna serkirdeyê pilebilind ê DAIŞê, Ebû Seyaf e.”

 

Omêd Muhsin got: “Um Seyaf niha bi biryara dadwer di beşa lêkolînê ya asayişa Hewlêrê de girtî ye û lêkolîn pê re tê kirin.”

 

Muhsin herwiha got: “Ew jin, nasnameya Iraqê heye û di sala 1990an de li Bexdayê ji dayik bûye. Di 6ê Tîrmeha 2015an de radestî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.”

 

Berdevkê Encûmena Dadwerî da xuyakirin: “Dê li gor madeya terorê serederî ligel wê jinê were kirin. Em jî wek Encûmena Dadwerî ya Herêma Kurdistanê hemû mafên yasayî jê re dabîn dikin, him ji aliyê dabînkirina parêzer û him jî ji aliyê darizandineke dadperwerane ve. Her ji ber wê jî em li benda encamên lêkolînan in.”

Um Seyaf hevjêna serkirdeyê pilebilindê DAIŞê û Berpirsê Dosyaya Firotina Petrolê di wê rêxistinê de, Ebû Seyaf di encama operasyoneke hêzên taybet ên Amerîkayê  de li Sûriyeyê hatibû girtin.