Rojava News: Xwediyên rêfînerên petrolê li Kobanî giliyan ji rêveberan dikin û dibêjin, li wan hatiye qedexekriin ku ew petrol xam bikirin.
Xwediyê refînerekê li Kobanî ji Rûdawê re got, hem mazot hatiye buhakirin, hem jî berpirsiyaran ew agahdarkirine ku qedexe ye ew nefta xam bînin û ji xeynî refînerên ser bi Rêveberiya xweser ve piraniya wan hatine sekinandin.
Çavkaniya ji ber tirsa girtina ji aliyê asayîşê nexwestî navê xwe eşkere bike, diyar kir ku berpirsên Kantona Kobanî ya ser bi PYDê ve ji wan re gotine, ew amadene refînerên wan bikirin. Herwiha wî jêdarî got, ji ber ku ne kar dikin ne jî dikarin petrola xwe bînin, têne mecbûrkirin ku refînerên xwe bifroşin Rêveberiya Xweser.
Li aliyê din ve li Rimêlan û herêma Dêrika Hemko, petrola xam di golan de kom bû ye û berpirsên Kantona Kobanî ya ser bi PYDê ve li wan qedexe kiriye ku ew biçin wê petrola xam bikirin.
Xwediyên refîneran dibêjin, ji ber ku refîner hemû ketine destê kantonê, ew bi kêfa xwe buhayê benzîn û mazotê buha dikin.
