Mîr Tehsîn Beg: Bila Serok Barzanî bimîne

Mîr Tehsîn Beg: Bila Serok Barzanî bimîne

Rojava News: Mîrê êzîdiyan Mîr Tehsîn Beg di peyamekê de piştgiriya xwe ji bo mana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser kursiya serokatiyê nîşan da û got, Barzanî garantî û parêzerê pêkvejinê ye.

 

Mîrê êzîdiyan Mîr Tehsîn Beg bi rêya wekîlê xwe Hazim Tehsîn Beg daxuyaniyek li ser kirîza serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê belav kir.

 

Di daxuyaniyê de ku ji aliyê wekîlê mîr Tehsîn, Hazim Tehsîn Beg ve li Laleşê hat xwendin, Mîr Tehsîn Beg li ser navê hemû êzîdiyan piştgiriya xwe ji bo mana Serok Barzanî li ser kursiya serokatiyê kir û ragihand, hêviya êzîdiyan ew e ku ev gengeşe nemînin û nebin sedema parçebûna civaka Kurdistanê, li şûna wê bibin sedema rizgarkirina Şingal, Beişîq, Behzan, Tilkêf û deverên din…