li rojavayê Dicle Pêşmerge cebilxaneyeka mezin ya DAÎŞ’ê teqand

li rojavayê Dicle Pêşmerge cebilxaneyeka mezin ya DAÎŞ’ê teqand

RojavaNews :Hêza Pêşmergeyên Zêrêvanî bi hemahengî li gel hevpeymanan çend bingehên DAÎŞê û cebilxaneyeka wan ya çekên giran teqandin.

Li gor daxwuyaniya Fermandariya Hêza Zêrevanî duh (12.8.2015) demjimer 17:50 bi topan li eniya rojavayê Dicle li gundê Eşq êriş birin ser bingeh û cebilxaneya çekên giran yê DAÎŞê.

 Herweha ev jî eşerke kirine  ku piştî topbarana pêşmergeyan balafiren hevpeymanan jî êrişên esmanî encam dane.

 

li gor daxwuyaniyê, bingeh û cebilxanen DAÎŞê yê çekin giran hatine wêran kirin û zerereke mezin gîhandine DAÎŞê lê nehatine zanîn ka bê çend terorist kuştine.