Rojava News: PKKê bang li hêz û yekîneyên xwe kir, êdî êrişên xwekujî pêk nehînin û “tenê êrişên fedayî” li dijî dijmin pêk bînin.
Şeva 10ê Tebaxa îsal qereqoleke polîsên Tirk li taxa Sultanbeyli ya Stenbolê rastî êrişa xwekujî hatibû û heman rojê danê sibê jî rastî êrişa çekdarî hatibû.
Piştî wê bûyerê Hêzên Parastina Gel (HPG) eşkere kir ku ew êriş ji aliyê hêza bi navê “Tabûra Nemiran a Şehîd Zîlan” ve hatiye kirin û tîma ku ew êriş pêk aniye jî 3 kes bûne.
Gerîlayên PKKê beriya niha li nêzîkî bajarê Bazîdê yê Bakurê Kurdistanê, êrişeke xwekujî li dijî qereqola hêzên Tirk pêk anîbû.
