Rojava News: Goreke komî ya kuştên çekdarên DAIŞê li nêzîkî bajarê Mûsilê hat dîtin, ku piraniya termên tê de kesên biyanî ne.
Berpirsê Ragihandina Şaxa 14 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Mûsilê Seîd Memozînî ji Rûdawê re ragihand: “Îro danê sibehê li başûrê rojavayê Mûsilê goreke komî ya çekdarên DAIŞê ji aliyê şivanekî ve hat dîtin.”
Seîd Memozînî wiha got: “Wî şivanî xelkê deverê agahdar kir, lê di cih de çekdarên DAIŞê hatin û ew girtin.”
Memozînî wiha domand: “Zêdetirî 150 termên çekdarên DAIŞê di wê gorê de ne, ku piraniya wan biyanî ne û cihê wê li nêzîkî rêya bajarê Mûsil – Bexda ye.”
11ê Temûzê jî goreke komî ya çekdarên DAIŞê li navçeya Şelalat a Mûsilê li bakurê rojhilatê wî bajêrî hat dîtibû dîtin û Memozînî derbarê wê yekê de ji Rûdawê re ragihandibû: “Ew gor ji aliyê xelkê ve hatiye vekirin, ku termê 72 çekdarên DAIŞê de bû û piraniya wan çekdarên biyanî ne.”
Derbarê wê gorê de, Seîd Memozînî wiha gotibû: “Ew çekdar di encama operasyonên asmanî û lêdana Hêzên Pêşmerge hatine kuştin.”
10ê Hezîrana par çekdarên DAIŞê navenda bajarê Mûsilê û piraniya sînorê wê parêzgehê xistin destê xwe de û niha jî piştî derbasbûna zêdetirî salekê rojane balafirên hevpeymaniyê rojane li navendên DAIŞê didin.
