PYDê îdî diriya elektrîkê re guvaşê li ser xelkê dike

PYDê îdî diriya elektrîkê re guvaşê li ser xelkê dike

RojavaNews : Duh komîtek ji dezgiha elektirîka ya bi ser PYDê  ve elektrîk li ser nêzîkî sîh malbatên gundê Kortepan yê girêdayê bajarokê Girkê Legê ve qutkirina bi behaneya ku wan pareyên elektrîkê nedane tevî ku li gorî wî jêderî dema ku elektrîk qutdiba yan kêşeyeke wan heba berê xwe didin dezgihên rejîmê ji bo çareserkirina wan pirsgirêkan.

Li gor heman jêderî ku piştî bilind kirina nerxê sûtemeniyê ji aliyê PYDê ve xwedanên mulidata jî nerxê embêrên elektirîkê ji heşsed leyreyan kirin  hezar leyreyan  û bi gotina wî  jêderî ku berî niha elektrîk li ser hijmarek dukanên bajarokê Girkê Legê jî qut kiribûn .

Can Yûsif