Rojava News:22 kes ji welatiyên Asûrî yên ku di 23’yê Sibata 2015’an de ji aliyê çekdarên DAIŞ’ê ve di êrîşên li ser gundên Asûriyan yên li Til Temir`ê de hatibûn revandin, hatin berdan.
22 welatiyên ku 14 ji wan jin in û piraniya wan temen mezin in, beiya dû rojan ji navçeya Şedadê ku 40 km dikeve Başûrê Hesekê hatin berdan û ji aliyê rayedarên Dêra Asuriyan ve hatin pêşwazîkirin û birin dêrê lê hîna 190 kes di destê DAIŞê de ne.
Çekdarên DAIŞê roja 23ê Sibata 2015an bi çekên giran êrîşî gundên Xabur yên Aşuriyan ku dikevin Başûr û Rojavayê Til Temir kiribûn û gelek kes kuştibûn her wiha malên gundiyan talan kiribûn. zêdetirî 200 kesan jî revandibûn.
