RojavaNews : Îro 14 . 08 . 2015 hêzên ewlekariya rejîma Esed bi ser taxa
Zorava ya Kurdan li Paytexta Sûriyê de girt u hin ciwan bi behaneya tinebûna girêbesta xaniyên wan girtin.
Endamê ofîsa Sekiretariya Yekîtiya Xwendevan u Ciwanên Demukratî Kurdistanî – rojava Ehmed Haco ji RojavaNews re ragihand “ ku îro berê sibehê hêzên ewlekariya rejîma Esed bi ser taxa Zorava ya Kurdan li Şamê de girtin û gelek mal pêşkinîn kirin û hijmarek ciwanên Kurd bi behaneya tinebûna girêbesta xaniyên wan girtin.
Haco herweha da zanîn ku heta niha hijmara xortên hatina girtin nehatiya zanîn û got di dema êrîşê de tirseka mezin di nava xelkê taxêde çêbû û tirsa leşkerkirina wan ciwanan heya .
Afiya Hacî
