Leşkerên Tirk li ser sînorê Girê Spî xelk gulebaran kirin

Leşkerên Tirk li ser sînorê Girê Spî xelk gulebaran kirin

RojavaNews :Leşkerên artêşa Tirk li ser sînorê Girê Spî xelkên Ereb gulebaran kirin û di encam de 2 jinan jiyana xwe ji dest da û 9 kes jî birîndar bûn.

Li gor çavkaniyên herêmî roja pêncşemê, êvarî  li gundê Girê Sor ê li Rojavayê Girê Sipî, hejmarek xelkên Ereb ku dixwestin derbasî Tirkiyê bibin, ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin gulebarankirin.

Di encama vê yekê de 2 jinan jiyan xwe ji dest dan û 9 kesên din jî birîndar bûn. Tê gotin ku di nava birîndaran de jin û zarok jî hene û kesên birîndar hatin vegûhestin bo nexweşxaneya Emel a Kobanî û bijîşkan diyar kirin ku rewşa 3 birîndaran giran e.