Rojava News: Li ser sînorê di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de li navçeya Reyhanli ya ser bi Hatay ve, bi ferehiya 2 metreyan û bilindbûna 3 metreyan, hikûmeta Tirkiyê dîwareke ji betonê ava kir.
Dîwarê ji beton seyar e û giraniya her perşekî 7 ton e.
Tirkiyê avakirina vî dîwarê ji betonê, weke tedbîreke ewlekariyê ji xwe re dibîne, bi taybetî jî piştî bûyerên vê dawiyê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê.
Li gorî agahiyan ev dîwarê ji betronê dê 8 kîlometran dirêj be û dê di demeke gelekî nêzîk de were avakirin.
Berî niha jî, hêzên ewlekariya Tirkiyeyê, ji bo xurtkirina kontrola li ser sînor, bi bilindiya 2 metreyan, li ser sînor li Yayladag sînor têl kiriye.
