RojavaNews :Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê Hesen Remzî ragihand ku sedemên girtina wî ji aliyê PYDê ve siyasî û leşkerî bûn.
Hesen Remzî endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriya PDK-Sê ji programa ARKê re got ku ew di 16 meha borî de, ji mala xwe hatibû girtin û di zindaneke bajarê Amûdê de 15 rojan mabûm.
Remzî diyar kir ku kesên ku lêpirsîn ligel wî pêk dianîn Kurd bûn û tometa wî jî ew ku ew amadekariya derbasbûna Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê bo Kurdistana Sûriyê dikin, her wiha rola PDK-Sê di derbasbûna vê hêzê de.
