Tirkmen û fillehên Başûr: Serokatiya Kurdistanê tenê xema kurdan nîne

Tirkmen û fillehên Başûr: Serokatiya Kurdistanê tenê xema kurdan nîne

Rojava News: Tirkmen û Filleyên (mesîhî) Başûrê Kurdistanê giliyan dikin û dibêjin, di mijarên hestiyar ên mîna Serokatiya Herêma Kurdistanê nêrîn û pêşniyarên wan nayê pirsîn û guhdarkirin.

 

Ev demek e Başûrê Kurdistanê mijûlî çareserkirina kirîza Serokatiya Herêma Kurdistanê ye lê heta niha tenê partiyên kurdî serê xwe bi vê yekê dêşînin.

 

Parlamenterekî filleh ê Kurdistanê li ser vê yekê ji Rûdawê re got, ev mijar û kirîz, mijareke hizbî nîne û girêdayî berjewendiyên giştî ye lewma divê raya hemû pêkhate û  aliyan were pirsîn.

 

Parlamenterê tirkmen ê Kurdistanê Aydin Meirûf jî heman gazinde kir û got, ne tenê di vê mijarê de li ser ti tiştekî nêrîna me nayê pirsîn…