Rojava News: Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka û nûnerê taybet ê Obama di hevpeymaniya dijî DAIŞê de, Brett McGurk bangek watedar li partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê kir: Ji bo xatirê xwîna şehîdan bibin yek!
Brett McGurk, ku duh ji Tirkiyê derbasî Başûrê Kurdistanê bû, yekser çû ba alîkarê Sekreterê YNKê Berhem Salih û pê re li ser kirîza serokatiyê li Başûrê Kurdistanê hevdîtin kir.
McGurk li ser rûpela xwe ya twîtterê peyamek watedar belav kir û got, ez niha li Herêma Kurdistanê me ji bo ku wan teşwîq bikim li dijî DAIŞê bibin yek û ev jî wefaya wan e li hember xwîna 1200 pêşmergeyên şehîd. Terorîst ji duberetiyê mifayê werdigirin.
