Efrîn.. teqînek li navçeya Bilbilê

Efrîn.. teqînek li navçeya Bilbilê

RojavaNews - Efrîn :Li gundê Xilalko ya navçeya Bilbilê ya ser bi Efrînê ve îro li navendeke YPGê baskê leşkerî yê PYD ya çêkirina teqemeniyê teqînek çêbû û di encamê de kuştî û birîndar hene.

Çavkaniyek ji herêmê diyar kir di encama teqîna îro de kuştî û birîndar hene, lê heya niha hejmara kuştî birîndaran a dawî nehatiye zanîn. Çavkaniyê herwiha ragihand birîndar hemû ji bo nexweşxaneya Avrîn hatin veguhestin.

Hat gotin piraniyan birîndaran ji ber şewatê çûne nexweşxaneyê û nexweşxane niha tenê birîndarên teqînê qebûl dike.

Li cihê teqîn lê çêbûyî cihê şaredariyê ya berê li gundê Xilalko bû, ku YPG ji xwe re kiribû navedek ji bo çêkirina teqemeniyê.