Partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê li ser kirîza serokatiyê dicivin

Partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê li ser kirîza serokatiyê dicivin

Rojava News: Partî û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê dê li ser kirîza serokatiya Herêma Kurdistanê bicivin. Partiya Komunîst a Kurdistanê jî pêşniyara avakirina “Encumena Serokatiyê” dike.

 

Li ser banga Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, tevahiya partî û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê li ser çawaniya çareserkirina kirîza serokatiyê dicivin.

 

Civîn biryar bû îro saet 10:00 pêk were lê Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên ji Rûdawê re got, civîn dê îro saet 18:00 li bajarê Hewlêrê were lidarxistin.

 

Fuad Husên her wiha got, civîn dê bi du qonaxan were kirin; cara yekemîn dê partiyên şirîkên hikûmetê û yên ku derbasî parlamentoyê bûne, bicivin, di qonaxa duyemîn de jî partiyên ku derveyî hikûmet û parlamentoyê ne dê bicivin.

 

Li gorî agahiyên Fuad Husên, civîna yekemîn dê îro û ya din jî dê paşê were kirin.

 

Partiya Komunîst a Kurdistanê jî dibêje, eger di civîna îro de lihevkirin çênebû bila encumenek bi navê Encumena Serokatiyê were avakirin û nûnerên partiyên ku derbasî parlamentoyê bûne, bibin encamên wê encumenê û Barzanî jî bibe Serokê wê heta ku kirîza serokatiyê hat çareserkirin.

 

Dema serokatiya Serok Barzanî, ku 2 salan hatibû dirêjkirin, sibê (19ê Tebaxê) diqede.