Rojava News: Cîgirê serokê Komeleya qurbaniyên kîmyabarana Helebce ragihand ku îro êvarê bi merasimekî taybet keça wenda ya Helebce radestî malbata xwe tê kirin.
Malbata rast ya Meryem Barûtçiyan hêj keça xwe nedîtine û Meryem jî nizane malbata wê kêye. Di mersima îro de wê bi awayekî suprîz Meryemê were pêşberî malbata xwe.
Meryem yek ji zarokên wenda yê Helebce ye ku 27 salan ji aliyê malbatek Îranî ve hatiye xwedîkirin. Ji bo malbata xwe ya rast bibîne meha Gulanê hat Başûrê Kurdistanê. Piştî testên DNA yê malbata Meryem peyda bû.
