RojavaNews: Balafirên şer yên hevpeymanan duh, êrîşî gundekî li bajarê Hesekê kir.
Balafirên şer yên hevpeymanan duh êvarî, êrîşî başûrê gundê TilBarod kir û di encam de dû otombîlên DAIŞê yek ji wan derdora wî gundî û ya din li rojhilatê zindana Ehdath hatin bombebaran kirin.
Di heman demê de Balafirên şer cihên DAIŞê li bajarê Şadadê ku 20km dûrî bajarê Hesekê ye bombebaran kirin, lê ta niha hejmara kuştiyan ne hatiye zanîn.
Nalîn Hesen
