RojavaNews :Şêwirmendê Encûmena Ewlekariya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Nûnerê Taybet ê Obama ya ji karûbarên Suriyê û Iraqê BrettMacGurk rewşa şerê DAIŞ’ê û pirsên Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.
Şêwirmendê Encûmena Ewlekariya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duh êvarî pêşwazî li Nûnerê taybet ê Obama bo karûbarên Hevpeymaniya li dijî DAIŞ’ê Brett McGurk û şanda ligel kir ku ji hejmarek dîplomat û fermandarên serbazî pêk hatibû.
Di hevdîtinê de Konsolê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê Matias Metman jî amade bû. Aliyan behsa pirsên ewlekarî û siyasî yên bi Herêma Kurdistanê û Iraqê û her wiha tekoşîna li dijî terorîzmê, rewşa eniyan nirxandin.
Di hevdîtinê de herdu alî hembîr bûn ku ji aliyê welatên li dijî DAIŞ’ê şer dikin, pêwîstiya bi hevkariyek zêdetir heye bo Herêma Kurdistanê.
Nûnerê Obama jî diyar kir ku Herêma Kurdistanê şêrîkek bi hêz ê Amerîkayê ye di şerê li dijî terorê de û her wiha ew dê lîkariyên xwe jî berdewam bikin.
Mesrûr Barzanî jî carek din behsa pêwîtiyên şer û yên Pêşmergeyan kir û got: ”Em weke gelê Kurd şanazî bi vê yekê dikin ku bi karîger û bandortirîn hêz in li dijî terorîstên DAIŞ’ê û hemû gelan diparêzin.”
Di hevdîtinê de herwiha behsa pirsên siyasî yên navxweyî yên herêma Kurdistanê hate kirin û şanda mêwan balkêşane ser giringiya giftûgoyê û amaje bi wê yekê kirin ku ew dixwazin pirsên siyasî bi rêyên lihev têgehiştin çareser bibin.
Şanda mêvan dubare kir ku ewlekarî û aramiya Herêma Kurdistanê bo DYA pir giringe.
