Rojava News: Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê, ji şeva borî ve şer û pevçûn di navbera gerîlayên PKKê û hêzên artêşa Tirkiyê de didome.
Li bajarê Şemzînanê yê Bakurê Kurdistanê rewş her ku diçe aloztir dibe û li gorî dîmenên ku taybet ji Rûdawê re hatine şandin, şer derbasî nav taxên bajêr bûye.
Di şerê Şemzînanê de heta niha 2 leşkerên Tirk hatine kuştin her wiha gerîlayekî PKKê şehîd bûye.
Ji ber şer ti kesekî sivîl li derve nayê dîtin lê nayê zanîn ka sivîl di çi rewşê de ne.
Hat gotin ku destpêkê şer li gundê Şapatanê, ku derdora 3 km dûrî Şemzînanê ye, derketibû lê îro danê sibê derbasî nav bajêr bû.
