RojavaNews :Kurê yekemîn serokomarê Kurdistanê Qazî Mihemed, Elî Qazî ku li ber avahiya Parlamentoya Kurdistanê ketibû girevê, rakirin nexweşxanê.
Ev çend roj bûn kurê Qazî Mihemed, Elî Qazî ku li dijî kirîza serokatiya Herêma Kurdistanê û lihevnekirina partiyên siyasî li ser heyama serokatiya Barzanî li ber avahiya parlamentoyê ketibû girevê, duh rewşa wî ya tenduristiyê têkçû û rakirin nexweşxanê û niha di bin çavdêriyê de ye.
Elî Qazî li nexweşxanê jî behsa kirîza serokatiyê û lihevnekirina partiyên siyasî dikir.
Hat zanîn ku Elî Qazî li Ewropayê operasyona dil kiriye.
