Parçê laşê penaberekî rojavayê Kurdistanê li Turkiyê hatin dizîn

Parçê laşê penaberekî rojavayê Kurdistanê li Turkiyê hatin dizîn

RojavaNews :Piştî bûyereke hatin û çûnê di navbera Ezmîr û Istenbolê de , parçe laşê penaberekî rojavayê Kurdistanê yê bi navê Hemîd Seydo ku bi xwe xelekê bajarê Efrînê ye hatin dizîn .

Çalakvan Lezgîn Betel ji ARKê re ragihand ku berî heftiyekî hevalê wî Hemîd Seydo li gel komek ji ciwanên rojavayê Kurdistanê di riya di navbera Ezîmr û Istenbolê , dema dixwestin bero Yonanistanê ve koçberbibin rastî bûyereke hatin û çûnê bûn û otombîla wan ji rê derket .

Lezgîn Betel herweha da zanîn : “ piştî wê bûyerê ew ji bo nexweşxaneyeke Turkiyê hatin veguhestin , lê piştî rojekî rêveberiya wê nexweşxanê bang li malbata wî ciwanî kirin ku bên û termê kurê xwe bibin “.

Lezgîn Betel serbar kir : “ Malbata wî ciwanî di demê wergirtina term dîtin ku singa kurê wan hemû hatiye vekirin û parçe laşê wî hatine dizîn .

Bi gotina wî çalakvanî ku heta niha malbata Hemîd nizanê kî parçe laşê kurê wan dizînê lê ew tekez dikin ku parçe laşê kurê wan di naxweşxaneyê de hatine dizîn .

 Hemîd Seydo xelkê gundê “ Kefir Cîlê “ yê bi ser Cindêrisê ya girêdayê bi bajarê Efrînê yê rojavayê Kurdistanê ye .