Li Sirrînê DAIŞ hate bombebaran kirin

Li Sirrînê DAIŞ hate bombebaran kirin

RojavaNews :Hêzên hevpeymaniya navdewletî cihên DAIŞê li derdora bajarokê Sirrînê bombebaran kirin û di encamê de bi kêmanî 5 terorîstên DAIŞê hatin kuştin.

Berdevkê Hêzên Volkana Ferat Şervan Derwîş ragihand ku di 48 saetên borî de balafirên hevpeymaniya navdewletî çend cihên DAIŞê li derdora Sirrînê bombebaran kirin û di encamê de bi kêmanî 5 terorîstên DAÎŞê hatin kuştin.

Şervan Derwîş herwiha got ku di encama bombebaranê de otomobîleke leşkerî ji cureyê BMB li gel topxaneyeke wê rêkxistinê hatin wêrankirin.

Bajarokê Sirrîn 40 kîlometran dikeve başûrê Kobanî û di 27ê Tîrmehê de ji destê DAIŞê hatibû derxistin.