Li Kerkûk û Enbarê bi dehan terorîstên DAIŞê hatin kuştin

Li Kerkûk û Enbarê bi dehan terorîstên DAIŞê hatin kuştin

RojavaNews :Balafirên şer ên hevpeymanan 13 êriş birin ser navendên çekdarên DAIŞê li Kerkûkê û di encam de Waliyê DAIŞê li Kerkûkê û 80 çekdar hatin kuştin.

 

Desteya Ragihandina Şer a girêdayî Encûmena Wezîran a Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand: “Di encama bombebarana balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî bo ser baregeh û çeperên DAIŞê li navçeya Riyaz a li rojavayê parêzgeha Kerkûkê, Waliyê DAIŞê yê li Kerkûkê hat kuştin.”

 

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Di vê bombebaranê de balafirên şer ên hevpeymanan 13 caran bi dijwarî li navendên DAIŞê dan û di encam de zêdetirî 80 terorîstên wê rêxistinê hatin kuştin.”

 

Li gor vê daxuyaniyê, di wan êrişan de gelek kelûpel û amûrên leşkerî, çekên giran û navendên DAIŞê jî hatin têkbirin.

rorîstên DAIŞê jî hatiye kuştin