li Hesekê ezmûnên kolêja bi dijwarî tên pêşkêşkirin

li Hesekê ezmûnên kolêja bi dijwarî tên pêşkêşkirin

RojavaNews :Li çend kolêjên bajarê Hesekê pêşkêşkirina ezmûnan bi rengekî dijwar ji ber nebûna xizmetguzariyan derbas dibe.

Piştî êrîşa DAIŞê li ser bajarê Hesekê çend kolêj li başûrê bajar, ketin destê rêxistina navborî de û gelek ziyan gihişte avahiyên wan kolêjan, lewma niha xwendekar zehmetiyê dibînin.

Ciwan Ibrahîm ji Hesekê wiha got:" Ezmûnên kolêjên bajarê Hesekê careke din berdewam kirin piştî ku ji sedema rewşa Hesekê ya aloza hatibû rawestandin.

Li her du kolêjên endezyariya şaristanî û Aborî ku dikevin başûrê bajêr de û tevî ziyanên madî yên ku gihiştine avahiyê ezmûn hatin pêşkêşkirin.

Ciwan wiha axaftina xwe li ser vê yekê berdewam kir:" Gelo ew xwendekar heta çi redeyê dikare ezmûnên xwe baş pêşkêş bike, bi nerîna min xwendkar zor zehmetiyê dibîne û divê alîkariya van xwendekaran bê kirin û seqayekî baş ji wan re were dabînkirin."