Amerîka,Birîtanya û NY daxwaza mana Barzanî dikin

Amerîka,Birîtanya û NY daxwaza mana Barzanî dikin

RojavaNews :Sekretrê Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê Mihemed Hecî Mehmûd ragihand, di civîna îşev a aliyên siyasî de nûnerên Amerîka, Birîtanya û Neteweyên Yekbûyî (NY) bi zelalî daxwaz kirin, heta 2 salên din ti guhertinek li Başûrê Kurdistanê nehê kirin û tez kirin ku niha ne dema guhertinê ye.

Sekreterê PSDKê, Mihemed Hecî Mehmûd di daxuyaniyekê de  ragihand: “Nûnerên Amerîka, Birîtanya û NY di civîna îşev de hem kurd nesihet kirin û hem jî gef xwarin.”

Mihemed Hecî Mehmûd da xuyakirin: “Nûnerên Amerîka, Birîtanya û NY ji aliyên kurd re gotin ku niha ne dema guhertinan e û guhertinan heta du salên din paş bixin, ji ber ku kurd niha di şerê li dijî DAIŞê de ye, nikare wan hemû arîşeyan çareser bike.”

Hecî Mehmûd herwiha got: “Di civînê de nûnerê Amerîkayê Brett McGurk got ku niha Herêma Kurdistanê di şereke dijwar de ye û hêzên hevpeymanan alîkariya we dikin, lê eger hûn xwe bi arîşeyên wisa mijûl bikin, li benda me jî nebin ku em alîkariya we bikin.”

Îro li bajarê Hewlêrê 16 aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê jibilî Tevgera Goranê beşdarî di civîneke lûtke ya derbarê çareserkirina kirîza Serokatiya Herêma Kurdistanê de kirin, ku nûnerên Amerîka, Birîtanya û Neteweyên Yekbûyî jî tê de amade bûn.

 

Sekreterê PSDKê di berdewamiya axavtinn xwe de got, di civînê de projeya PDKê jî hat nirxandin û tekez kir: “Projeyeke baş bû.”

Mihemed Hecî Mehmûd herwiha da xuyakirin, ku di civînê de daxwaz hat kirin ku civîna neasayî ya sibe lidar nexe, lê Yekgirtûya Îslamî û Komela Îslamî daxawz kirin vegerin cem serkirdatiya partiyên xwe.