RojavaNews :Asayişa ser bi PYDê ve endamê Ofîsa sekretariya Yekîtiya xwendevan û ciwanên Demoqratî Kurdistanî – Rojava Ekrem Xelef berda.
Duh , asayişa ser bi Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê Ofîsa sekretariya Yekîtiya xwendevan û ciwanên Demoqratî Kurdistanî – Rojava Ekrem Xelef ji girtîgehên xwe berda.
Tê zanîn ku asayişa pyd di 25 tîrmehê de Ekrem Xelef li ser rêbendeke xwe di navbere bajarê Dêrikê û bajarokê Girkê Legê ve girtin.
Hêjayê gotinê ku hêj hejmareke mezin ya çalakvan û siyasetmedar liba asayişa partiya PYDê girtî ne.
Nalîn Hesen
