RojavaNews :Îro, teqînek li bajarê Qamişlo rûda û di encam de kuştî û birîndar hene.
Jêderkî taybet ji Rojava News re got ku îro, demjimêr 9.30 sibhê teqînek di riya otombîlekê de li ber navendek aşayişa bi ser Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê ve li nêzîkî Alaf li rojhilatê bajarê Qamişlo rû da.
Ew jêder tekez kir ku di encama wê teqînê de her kêm 10 kes şehîd ketin ku piraniya wan xelkê sivîlên û di nava wan de zarok jî hene, û di dehan kesên din jî birîndar bûn
Li gorî heman jêderî birîndar hatin vegûhestin bo nexweşxaneyan û birînên wan giranin
Nalîn Hesen
