3 mezinên DAIŞê li Mûsilê hatin kuştin

3 mezinên DAIŞê li Mûsilê hatin kuştin

Rojava News: Li nav bajarê Mûsilê, 3 mezinên DAIŞê hatin kuştin. Hat gotin ku piştî wê bûyerê çekdarên DAIŞê rewşa awarte ragihandine û herî kêm 90 kes girtine.

Berpirsê Ragihandinê yê Liqa Mûsilê ya PDKê Seîd Memozînî ji Rûdawê re got, îro li bajarê Mûsilê sê emîrên DAIŞê ji aliyê komek çekdarên nenas ve hatin kuştin.

Seîd Memozînî da zanîn ku navê yek ji wan emîrên DAIŞê Nazim Yûnis bû ku berpirsê kuştin û îdamkirinê bû, navê yek ji wan jî Moin Xelîl bû ku fermandeyê çekdarên DAIŞê li devera Bêcî bû, navê yê din jî Îbrahîm Îsmaîl bû.

Memozînî diyar kir ku piştî wê bûyerê çekdarên DAIŞê rewşa awarte ragihandin û dest bi girtina welatiyan kirin û da zanîn, heta niha herî kêm 90 kes girtine.

Li gorî agahiyên wî rayedarê PDKê, îro cenazeyên 16 çekdarên DAIŞê yên ku di şerê Pêşmerge de hatibûn kuştin, gihîştin Mûsilê.

Heta niha gellek çekdar û emîrên DAIŞê li nav bajarê Mûsilê ji aliyê çekdarên nenas ve hatine kuştin. roja 10ê Tîrmeha îsal jî emîrekî DAIŞê bi navê Zakir Mihemed Ebû Wehdullah û du pasewanên wî hatibûn kuştin.