Serokatiya Herêma Kurdistanê bersiva Malikî da

Serokatiya Herêma Kurdistanê bersiva Malikî da

Rojava News: Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser daxuyaniyên serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malkî yên ku plana ketina Mûsilê li Enqerê hatiye danîn û li Hewlêrê bi dawî bûye, red kir.

 

Serokatiya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyek nivîskî bersiva serokwezîrê berê yê İraqê Nûrî Malikî da. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Nûrî Malikî niha ji bo serdanekê li Komara Îslamî ya Îranê ye, li ser encama komisyona lêkolînkirina ketina Mûsilê hinek daxuyaniyên bêbingeh da. Dibêje, ketina bajarê Mûsilê bi komployek hevbeş a di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de pêk hatiye.”

 

 

Nûrî Malikî: Ketina Mûsilê komploya Enqere û Hewlêrê bû

 

Serokatiya Herêma Kurdistanê van îdiayên Malikî bêbingeh dibîne û wiha dibêje: “Di bersivê de em ji raya giştî re radigihênin ku ev daxuyaniya serokwezîrê berê yê İraqê ti bingehek wê nîne û dûrî rastiyê ye. Malikî bixwe yekemîn berpirsê ketina Mûsilê ye. Ji bo xwe veşêre, van îdiayan dike. Bi van îdiayan nikare xwe ji bin vê mijarê derbixe.”