Rojava News: Li Hesekî xortekî 20 salî doh çerşemmê dema li taziye mamê xwe bi gulleya keleşnîkofê dawî bi jiyanaxwe anî.
Gêncê bi navê Rezan Xalîd Şerîf Emînakî 20 saliye bi xwe xelkê gundê Çolbasanê yê bi ser Dirbêsiyê ve ye.
Li gor ku xizmekî Rêzan daye diyarkirin ; Rezan Xalîd Şerîf Emînakî 20 saliye bi xwe xelkê gundê Çolbasanê yê bi ser Dirbêsiyê, dema ku hate Hesekî ji bo tazîya mamê xwe bi sedemek ku em nizanîn bi gulleya keleşnîkofê dawî li jiyana xwe anî.
Hemen demê wî jêderî got : “Dema em bi termê miriyê xwe ve lebikîbûn dengê teqayekê hat, me dît ku Rêzan xwe kuştiye.
Li gor hatiye zanîn berî niha bi salekê qeza bi matora xwe derbaskiribû, û ji wê demê ve rewşa wî ya psîkolojîk ne asayî buye.
Sinem Bakir
