Li Kobanî DAIŞ hat bombebarankirin

Li Kobanî DAIŞ hat bombebarankirin

Rojava News: Hêzên hevpeymaniya navdewletî cihên DAIŞê li derdora bajarê Kobanî bombebaran kirin û di encamê de bi 24 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

 

Duh, roja çarşemê di dema ku çekdarên DAIŞê dixwestin derbasî gundê Til Ehmer li Rojavayê bajarê Kobanî ji aliyê çemê Ferat ve bibin rastî bombebarana balafirên hevpeymaniya navdewletî hatin û di encamp de 24 çekdar hatin kuştin.