ENKS ê teqîna Qamişlo şermezar kir

ENKS ê teqîna Qamişlo şermezar kir

RojavaNews :Derabarî teqîna terorîst ya li bajarê Qamişlo ku di encama wê de zêdetirî ji 20 kesên Sivî şehîd bûn, û 50 Birîndar bûn, Encûmena Niştimaniya  Kurd Li Sûriyê ENKSê duh, daxuyaniyeke belav kir, û tê de hat : 

‘’Îro sibehê roja çarşemê 19/8/2015, rêxistina Terorîst  ye bi navê DAIŞê teqîneke bi otombîleke bombkirî li devera pêşesaziyê li pêş navenda Asayişê PYD ê li bajarê Qamişlo pêk anî, û di encam de bi dehan kes şehîd û birîndar bûna  ku di nava wan de zarok jî  hebûn’’.

Her wiha ENKSê di daxuyaniyê de ev kiryar şermezar kir, û daxwaz  ji hemû pêkhatê Kurdistana Sûriyê kirin ku yekrêz bin: ‘’ Di deme ku em van kiryarên ne mirovî, şermezar dikin, em ji hemû pêkhatê Kurdistana Sûriyê dixwazin, ku aştiya sivîl biparêzin û yekrêzbin li hemberî dijminê vî miletî ’’.

di dawiya daxuyaniyê de ENKSê diyar kir ku ji wan û TEV-DEM ê tê xwestin ku yekrêzibin li pêş van êrîşên terorîst, : ‘’ Ji TEV-DEMê  û ENKSê tê xwestin ku bi hêza xwe a siyasî û leşkerî yekrêzibin, û em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re  û şifaiyê ji birîndar re dixwazin‘’ .

Encûmena Niştimaniya Kurd Li Sûriyê

19/8/2015