Rojava News: li gor hatiye zanîn xortek ji Rojavayê Kurdistan serê vê hefteyê 15ê tebaxê roja Şemmiye bi grubekî re ji bo ku bi reya kaçaxî sînorê Başur û Bakurê Kurdistan derbasbikin berê xwe dan sînorê Hekkarî ji bo derbasbuna Avrupayê lê heta niha ji grubê di derbarê wî xorte kî de tu agahî nehatiye stendin.
Di derbarê vê buyerê de çawkaniyeke ji Radyo Rojava re ragihand ku “ Xortek ji serêkaniye bi navê Aram Şexmus Amo dema ku di gundê kî Şemzînanê ya girêday bi Hekkarî sinor derbas kirin, di navbera gerillayen PKK û artêşa Tirkan de şer û pevçûn derket, ew jî li gel hevalê xwe di mizgeftekê de asê man”
Heman çalakwanî da zanîn ku “gerillayen PKK ji wanre gotiye aniha rewş ne arame li mizgeftê bisekinin, ta agahiye kê din bidin we.”
Lê piştî demekê xortê ji Serê Kaniyê yê bi navê Aram Şexmûs Amo ku dayikbuna wî 1995e ji mizgeftê derketiye bi ermanca ku biçê gerillayên PKK ikna bikî da bihêlin derbasbibin.
Piştî derketina Aram ji mizgeftê cardin şer û pevçun gûrbune, piştî wê rewşê ji Aram ti xeber nestendine.
Aram Şexmûs Amo berê li Hewlerê Başûrê Kurdistan li gerekâ Bextiyarî li Firine ke Nanê Şawî kar dikir.
Hat zanîn di wê grubê de hin jin jî hene.
