Ashton Carter: Kurd xwedî hêzeke mezinin û dikarin cihên din jî kontrol bikin

Ashton Carter: Kurd xwedî hêzeke mezinin û dikarin cihên din jî kontrol bikin

RojavaNews :Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Ashton Carter li paytext Washingtonê di civînekê rojnamevanî de axivî û diyar kir ku, Kurd xwedî hêzeke mezinin û dikarin cihên nû jî kontrol bikin û biparêzin.

Carter, pesnê hêzên Kurdî da û dazanîn ku şiyana wan ya bi bandor heye û hêzeke baş ya bejayiyê  û Carter tekez kir ku  ew hêz dikara” zêdetir cîh kontrol bike û biparêzê.”

Carter daxuyaniyên berê yên Amerîka li ser Kurdan bi bîr anî û got “ Kurd li Suriyê û Îraqê rêk wek wê derketin ku berî niha me di derbarê wande gotibû ku hêzeke bejayî ya bi bandorin û dikarin herêmên zêdetir kontrol bikin û desthilatê li ser wê axê bikin.”