RojavaNews :Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê "Ismaîl Hemê" ragihand ku şoreşa ku PYDê li Rojavayê Kurdistanên pê bang dike, tenê beşeke ji terîmên wê yên taybet ku di jêr sîwana hemahengiya bi rejîma Esed re bikar tîne û ew hemahengî nema tê veşartin.
Hemê ji "Rojava News" re got ku pirsa hemehengiya di navbera Patyiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê bi rejîma Esed re, ne cihê gengeşê ye ji ber ku ev tişt nema li ser xelkê Rojavayê Kurdistanê tê veşartin.
Derbarê şoreşa ku PYDê li Rojavayê Kurdistanê pê bang dike, Hemê got:" Nizanim ev şoreş çi ye, û armancên wê çi ne, di baweriya min de tenê ev şoreş beşeke ji ferhenga terîmên PYDê yên ne zelal ku di siyasetê de jî nayên fêmkirin."
Berya çend rojan Wezîrê Lihevhatina Niştimanî yê Hikûmeta Esed, Elî Heyder gotibû hemahengî di navbera wan û YPGê baskê leşkerî yê PYDê de, di asta herî bilind de ye.
